Kurd û Komarparêzên Emerîkî

Kurd24

Nevzet Keskin

Her cengek lordekî xwe he ye. Bê ku tevlî herbê bibe, ji wî şerî sûdwer digire. Çek û sîlehan difiroşe her du alîyan û ji ber vê yeke jî ji wan re dibêjin "The Lord of the War".  Komarparêzên Emerîka'yê jî ji ber têkilî û eleqeyên wan yên bi herb û şerên Rojhilata Navîn re vê sifatê heq dikin. Di herba Iraq û Îranê de alîyê Îraqê girtin, lê di dagirkirina Kûweyt'ê ya jî alîyê Îraqê ve heval bendîya Kûweyt'ê kirin û bi vî awayî jî mudaxîlî herbê bûn. Hem bi standina petrola xam ya bi bihayeki pir arzan û firotina çekan aboriya Emerika'yê serrast kirin. Rêjeya bêkarîya Emerîka daxistin û pîşesazîya çekan ya Emerîka’yê jî pêşde birin. 

Her çiqas bi mijara me re ne pir eleqedar e jî, piştî êrişa 11 îlonê ya 2001’ê û herba li dijî Efxanîstan û Îraqê komarparêzên Emerîkê’yê bi hezaran kesên bêwesif weke leşkerên teybet perwerde kirin û nêzikê 10 salan şixulandin. Bi vê rêyê jî rêjeya bêkarîyê daxistin û lordên herbê yên piçûk jî di nava civaka Emerîka’yê de ji alîyê aborî ve pêşxistin.    

Di Herba Cîhanê ya Yekemîn de Rojhilata Navîn weke qada şer bû, lê di Herba Cîhanê ya Duyemîn de vê heremê demeke bê teq û req derbas kir. Di Herba Sar an go di navbera 1948-1990’î de Rejîmên Baas’ê li Surîyê û Îraqê xwe weke rejîmên pêşverû û nûjen nîşandan, lê birastî ew bi rengê nîjadperestîya Erebî û dîktatorîyê derketin pêş. Hevalbendîya Surîyê bi Rusya’yê, ya Îraqê bi Britanya û Emerîka’yê re zilma wan ya li hember bi taybetî Kurdan û gelên wan demeke kurt veşart. Lê çaxê ku Sovîyet Rusya hilweşîya ev rejîmên Baasê bûne pêlîstok û alavên sîyaseta Emerîka ya Rojhilata Navîn.

Kurd û qedera wan bûne qurbanîyên hevpeymana veşartî “Sykes-Pîcot” ya piştî Herba Cîhanê ya Ewil û sîyaseta dewletên mezin Brîtanya, Fransa û Rusya’yê. Piştî Herba Cîhanê ya Ewil û ya Duyemîn rejîmên Baas’ê û Kemalîzmê dest pê kirin da ku Kurdan asîmîle bikin. Li Surîyê û Îraq’ê polîtîkayên Erebkirinê û li Tirkîyê jî yên Turkifikasyonê (Tirkîkirin) hatin bikar anîn. Kemerên Ereban hatin çêkirin û bi planên islahata şerqê Kurd ji welatên wan hatin durxîstîn. Ev jî ne bes bû, bi qetlîam û komkûjîyan Kurd tirsandin, helandin û nefî kirin da ku careke din serê xwe ranekin. Saddam bi Enfalê û Helebçe 183 hezar Kurd kuştin. Keçên Kurd di bazaran de firotin şêxikên Ereban û yên ku mayîn jî di navbera tirmeh û tebaxê de, li ber tava çola Basra’yê zindî zindî binkûm kirin. Bi kurtasî jîyaneke bê hêvî li benda Kurdan bû û bes tenê çîya dostê wan bû. Lewra wan hemûyan berê xwe dane çîyayên Kurdistanê û xwe spartin Xwedayê Dilovan. 

Herbên Xelîçê û heyamên mala Bush yê Emerîka’yê ji bo Kurdan bû heyameke ji nûve hêvîbûnê. Ew Kurdên ku ji ber Enfal û qetlîama Helebçe’yê ber bi çîyayên Kurdistanê û Tirkiyê ve revîyabûn fersenda vegera cih û warên xwe bidest xistin. Herwiha bi îlana qedexeya li ser herêma di navbera bakurê paralêla 36’an û başûrê paralêla 32’an de sînorên “de facto” dewleta başûrê Kurdistanê derxist holê. Hêjayî gotinê ye ku ev xala herî girîng di dîroka Kurdî de ye. Ev di dema komarparêzên Emerîka’yê de pêk hatibû û çêdibe ku ev bûyer wan xalên reşnivîsa dîroka Kurdî jî serrast bike.

Di dema demokratên Emerîka’yê “Clinton û Obama” de DYÊ piranîya hêzên xwe ji Rojhilata Navîn vekişandin. Komarparêzên Emerîka’yê polîtîkayên Barack Obama her tim pasîf didîtin. Herwiha bi zimanekî tund jî ew polîtîkayan wî rexne dikirin. Di heyema nû ya hilbijartinên DYE’de de komarparêzên Emerîka’yê serkeftineke mezin bi dest xistin. Heta ev serkeftina Komarparêzan li hember demokratan tiştekî pir balkêş hatibû dîtin. Piştî Herba Cîhanê ya Yekem ve heta roja îro ev cara ewil e ku komarparêzên Emerîka’yê li hember demokratan ev qas biserkeftîbûn.

Di wê pêvajoyê de wezîrê parastinê Chuck Hagel yê nêzîkî komarparêzan rexne li polîtîkayên Obama yên Rojhilata Navîn anîbûn û îstîfa kirîbû. Bi taybetî jî rexne li helwesta Obama ya li dijî DAÎŞ’ê kiribû û polîtîkayên wî yên li dijî DAÎŞ’ê sivik û weke bêtesîr dîtibûn. Li gorî sîstema hilbijartina Emerîka’yê “Pendulum”ê her carek an jî du caran yek car partîyek tê ser hikûm, carekê an jî du caran dimîne û diçe. Vê carê Pendulum komarparêzan dest nîşan dida. Belkî tê bîra me û pir kesan digot çi eleqeya komarparêzên Emerîka’yê û Kurdan he ye. Lê dîrokê danîşandan ku ne wisa bû. Eleqeyeke pir zelal he ye.

  Lewra bi hatina komarparêzan Emerîkayê, herba Rojhilata Navîn ya li hember DAÎŞ’ê careke din qerm bû û xetên sor yên hemû alîyan pir zelal bûn. Germbûn normal e, lê rijandina xwînê kul, keder, qîrîn, axîn û nalîn e. Lê eger ku tu nikaribe pirsgirêkên navxweyî çareser bike, wê polîs werin û çareserîyekê bibînin. Polîsê cîhanê yê îro jî Emerîka’yê û ji ber ku dewletên Rojhilata Navîn nikarîbûn û nikarin van pirsgirêkên nava mala xwe çareser bikin bi taybetî jî pirsgirêka Kurdî ya Rojhilata Navîn, dê Emerîka bi wan bide çareser kirin, welew kî bi xwînê jî be. DYE dixwaze ku ev pergala Rojhilata Navîn ya ku ji alîyê Britanya û Fransa’yê ve hatibû xîz kirin ji nûve were nexşkirin. Bi vê peymana di sala 1916’an de “Sykes-Pîcot”ê parvekirina dewleta Osmanîyan û parçekirina Kurdistanê pêk hatibû. Armanca komarparêzan û sîyaseta Emerîka’yê ew e ku sînor ji nûve werin xîz kirin û xerîteyên nû werin çêkirin. Aktorên herî girîng yên vê nexşeyê jî Kurd bi xwe ne. Ev plana ku wê xwîn têde were rijandin û niha jî tê rijandin, li Başûr, Rojava û Bakurê Kurdistanê tê tetbîq kirin. DAÎŞ alava vê planê ye û Kurd jî mutefîkên Emerîka’yê yê xeyrî resmî ne.

Hin rewşenbîrên Kurd mîna Dr. Sherkoh Abbas di destpêka bihara Erebî de rexne li demokratên Emerîka’yê kiribûn û digot ku tu planên sîyaseta demokratan ji bo Kurdan nîn e. Birastî ev rexne di cîh de bû. Helwesta demokratan wî çaxî dîyar bû. Ji ber vê yekê jî di dema hilbijartina Obama ya cara duyemîn de kesên mîna Mamoste Sherkoh her tim bal dikişandin ser projeyên komarparêzan yên di derbarê helwesta wan ya li hember Kurd û kêmnetewên heremê.

 Birastî hest û helwesta sîyasetmedarên Kurd yên Bakûrî jî ew projeyên komarparêzan piştrast dikirin. Osman Baydemîr piştî hilbijartinên herêmî demek dirêj li Emerîka’yê hevdîtin pêk anîn. Piştî vegera Baydemir, Selahaddîn Demîrtaş çû Emerîka’yê û ev serdana Demîrtaş jî ji alîyê çapemenîya Tirkîyê ve weke hevdîtinên bişaîbe hatin nîşandan. Ji ber vê yeke bû ku  dihate gotin ku MIT’a Tirkîyê dizane bê Demîrtaş bi kê re û çi hevdîtîn pêk anîne û vê yekê jî acizîyek çêkiribû. Herwiha Cemîl Bayik jî got ku divê Emerîka di hevdîtinên bi Ocalan re bibe cavên sêyemîn an go çavdêr. Birastî dema ku ev hemû xalxalok di eynî wêneyî de werin dîtin resmekî sazkar derdikeve holê.      

Tişta ku tê gotin ev e. Demîrtaş û Baydemîr hevdîtînên girîng bi hin kesên nêzî partîya komarparêz re çêkiribûn. Herwiha hevpeyvîna ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî jî da ajansa Reuters’ê û got: “armanca min ew e ku ez nexşeya Sykes-Pîcot biguherînim”. Ev hemû nîşan didin ku sîyaseta Kurdî ya Başûr, Bakur û Rojava jî sîyaseta komarparêzên Emerîkî haydar bûn.

Tirkî jî ji van plana haydar bû ku piştî bûyerên xwepeşandanên Kobanî yên 6-7-8 cotmeha 2014’an bi yek dengî bang dikirin. Di serî de Serokkomar Erdoğan, paşê ji hikûmetê Nurettîn Canikli û ji muxalefetê Devlet Bahçeli bi hevre gotibûn “Kobanê mahneye, lê di hedefê de avakirina Kurdistana mezin he ye”. Birastî ev gotinên wan ne ji rêzê bûn. Tê fêhmkirin ku hevdîtinên di navbera PDK’ê û PKK de, peymana Duhok’ê û çûyîna pêşmerge ya Kobanî’yê  tevî astengên Tirkî’yê watedar bûn. Ji ber wan geşedanan, hikûmeta AKP’ê tevî ku dizanîbû ku nikare encamekê ji pêvajoya çareserîyê derbixe jî, lê biryara berdewamîya hevdîtina bi Ocalan re standibû. Weke ku tê zanîn piştî bûyerên Kobanî’yê hikûmetên zirtên xwe kiribûn û gotibûn “pêvajoya çareserîyê ji bo me piştî ewlehîya civakî” tê. Lê hate dîtin ku nikaribûn bi yek carê re, dev jê berdin. Bûyera kuştina du polîsên Tirk li Serêkanîya Riha’yê û teqîna di nav komekê çalakvanên xort ya li Pirsûs’ê bû şikandina pêvajoya çareserîyê. Piştre ji xwe Bakur bû qada şer û heta niha jî berdewam e. Xûyaye ku Tirk ji helwesta komarparêzên Emerîkî û guhertina helwesta Obama ji bo Tirkî’yê û Kurdan bêhtir haydar bûn û ji ber vê yeke jî xwestin bizextê careke din çavê Kurdan bitirsînin. Xendeq û xeniqandina ew qas xortên Kurd û wêrankirina Bakur gaveke wisa bû û birastî jî Kurd careke din bi van polîtîkayên tund û tûj çavtirsandî bûbûn. 

Sîyaseta Tirkî ya li dijî Kurdan li Rojava biserneket. Lewra her ku diçû têkilîyên Kurd û Emerîkîyan pêşve diçûn. Ji ber ku Tirkî, Emerîka li Sûrî’ gelek caran xapand, Emerîkîya têkilîyên xwe bi Kurdan re pêşve birin û Hêzên Kurd yên Rojava ji xwe re mîna hevalbend dîtin. Îro gihişte wê astê ku, hêzên Kurdî ji êrişên Tirkî biparêzê û çeken giran bide wan. Tiştek din jî eger careke din Tirkî û PKK an jî Ocalan li hev rûnin û peymanekê çêbikin. Gelo wê Emerîka bi vê yeke û naverokê wê çiqas razî bibe? Xûyaye ku di nêz de emê hin tiştên nû û pir balkêş bibînin.