3 birayên ji Sûriyê ji hemû ezayên laşê xwe bêpar in

Li Diyarbekirê, malbateke ku ji bajarê Helebê ya Sûriyeyê ji ber şer koçber bûye, li Diyarbekirê di bin şert û mercên giran de jiyana xwe dewam dike. Dayîk û bavê ku herdu jî hafizên Qurana Pîroz in ne, xwedî 4 zarokan in û 3 zarokên wan hem ji laşên xwe astengdar in hem jî ama ne. Xêrxwazên Diyarbekirê yên ku bi vê malbatê hisiyan, alîkariya aboriyê dan wan û bang li xêrxwazan kir ku ew jî li vê malbatê xwedî derkevin.
kurdistan24.net

K24 – Diyarbekir

Li taxa Rezan a Diyarbekirê, malbateke koçberê şer. Malbata ku li ser av û axa xwe jî bi derdê van zarokên astengdar ve mijûl dibûn, ji ber aloziyên li Sûriyeyê neçarî koçberiyê bûne û berê xwe dane Diyarbekirê. Nûr û Hîşem; dayîk û bavê 4 zarokan in û 3 zarokên wan hem ji laşên xwe, hem ji guh û zimanên xwe hem jî ji çavên xwe astengdar in. Hîşem ji bo debara zarokên xwe, li kolanên Diyarbekirê kaxezan berhev dike û difiroşe û daxwaza alîkariyê ji bo zarokên xwe dike.

Hemze 7 salî ye û ayetên Qurana Pîroz ji ber kiriye. Muhamed Nûr birayê mezin e û tevî ku 14 salî ye, laşê wî ji ber astengiyê lawaz maye. Xêrxwazên Diyarbekirê jî ji vê çîroka dilsoj re bêdeng neman û yek ji Karsazên Diyarbekirî Fûad Pektane ji bo alîkariyê bide vê malbatê, ji Enqereyê hat û piştgiriya vê malbatê kir.

Hîşem danê sibehê û dane êvarê kaxezan berhev dike û nanê zarokên xwe bi keda destên xwe tîne malê. Di demên din de jî bi zarokên xwe şad dibe û dilê wan xweş dike. Tahîrê 12 salî wekî Hemze û Muhamed Nûr ne dibîne, ne dibihîse ne jî diaxive. Umran jî birayê wan ê bê asteng e lê ji ber ku bi ziman nizane, nikare biçe dibistanê. Hersê zarokên ku ji hemû ezayên laşê xwe bêpar mane, dizanin li nav malê tevgerek heye û bi destên xwe dixwazin hîn bibin bê ka çi heye.