Riya sereke ya Qeyrewan – Şingal hat kontrolkirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Heşda Şeibî riya sereke ya Qeyrewan – Şingal û 7 gundan din li rojavayê Neynewayê ji destê DAIŞê kontrol kir.
Medyaya Heşda Şeibî belav kir, hêzên wan riya sereke di navbera Qeyrewan û Şingalê û gundên Til Benat, Um Zenabîr, Hezîl, Xinêsê, Til Xezo, Mihemed Zeyd û Til Hayîtê li derdora Qeyrewanê li rojavayê Mûsilê kontrol kir.
Duh Heşda Şeibî operasyoneke nû bo kontrolkirina navçeyên sînorî di navbera Iraq û Sûriyê dest pê kir û 7 gund kontrol kirin.