YPGê gundek radestî Lîwaya El-Muhtesim kir

Proseya radeskirina 12 gundên ser bi Ezazê li bakurê Helebê ve yên ku di bin kontrola YPG de ne bo Lîwaya El-Muhtesim dest pê dike. YPGê ji gundê Şêx Îse jî vekişiya.

K24 – Navenda Nûçeyan

Proseya radeskirina 12 gundên ser bi Ezazê li bakurê Helebê ve yên ku di bin kontrola YPG de ne bo Lîwaya El-Muhtesim dest pê dike. YPGê ji gundê Şêx Îse jî vekişiya.

Di berdewambûna civînên hevbeş di navbera YPG û Lîwaya El-Muhtesim (Opozisyona Sûriyê) de, proseya radeskirina 12 gundên Ezazê bo Lîwa El-Muhtesim despê dike. Berpirsê Beşê Erebî di Navenda Demokrasiyê ya Mafên Mirovan li Kurdistanê de Comerd Hemdoş, ragihand ku îro proseya pev guhertina dîlan di navbera YPG û Lîwa El-Muhtesim de despê dike, ku dê cenazeyên kuştiyên herdu aliyan jî pi hev biguherînin, bi taybetî kuştiyên gundê Eyn Deqnê.

Hemdoş da zanîn ku, duh roja Şemiyê 13 Gulanê civîneke hevbeş li Efrînê hatibû lidarxistin û beriya wê jî roja Înê jî li Bajarê Kobanê bi navbênkariya Amerîka civîneke din a hevbeş di navbera YPG û Lîwa El-Muhtesim hatibû lidarxistin.

Hemdoş tekez kir ku, piştî wan herdu civînan, duh êvarî proseya radeskirina wan 12 gundan kete warê bicîbûnê, ku yekem gund hate radestkirin gundê Şêx Îse bû.

Herwiha Hemdoş da zanîn ku, piştî pevguhertina dîlan û cenazeyên kuştiyan bi ser bikeve, dê gundên mayî jî hemû werin radestkirin û dê YPGê hêzên xwe ji wan gundan vegerîne Efrînê û li wir bicî bike.

Serokê Nivîsingeha Siyasî ya Lîwaya El-Muhtesim Mistefa Sêcerî berî demekê ragihandibû ku, bi serperiştiya Amerîka ji mehan ve li ser radestkirina wan navçeyan kar dikin.

Herwiha Mistefa Sêcerî aşkere kiribû ku, armanc ji vê proseyê, bicihkirina 300 hezar koçberî ye.

Gundên ku biryar e YPG radestî û Lîwa El-Muhtesim bike, Ti Rifet, Minig, Eyn Deqne, Şêx Îsa, Meranaz, Kefir Nasih, Dêr Cemal, Malkiye, Şiwaxre, Hirbil û Kefir Kermîn in.

Lîwa El-Muhtesim beşek ji opozisyona Sûriyê ye û piştgiriya xwe ji Amerîka distîne û navenda wê ya sereke li bajarokê Mariê yê li bakurê Helebê ye.

Bêtirî 2 mehan e û bi navbênkariya Amerîka gotûbêjên radestkirina 12 gundên gundewarê Ezazê ji bo Lîwa Muhtesim despêkiriye û ji duh êvarî ve yekem gund hatiye radestkirin.