Acar: Biryarên PKKê ne di destê PKKê de ne

Rojnamevan û lêkolîner Mustafa Aram Acar û Akademîsyen Deniz Çîfçî beşdarî Radyoya K24ê, bernameya “Rojeva Bakur” bûn û derbarê siyaseta Amerîkayê ya nû, şerê li dijî DAIŞê û hebûna PKKê ya Şingalê de daxuyaniyên girîng dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rojnamevan û lêkolîner Mustafa Aram Acar û Akademîsyen Deniz Çîfçî beşdarî Radyoya K24ê, bernameya “Rojeva Bakur” bûn û derbarê siyaseta Amerîkayê ya nû, şerê li dijî DAIŞê û hebûna PKKê ya Şingalê de daxuyaniyên girîng dan.

Rojnamevan Acar derbarê piştgiriya Amerîkayê bo YPGê de got, pêwendiya Amerîka û YPGê ne pêwendiyeke stratejîk e lê taktîk e. Dê Amerîka heta DAIŞ were jinavbirin, alîkariya YPGê bike.

Acar li ser hebûna PKKê ya li Şingalê jî diyar kir ko biryarên PKKê ne di destê PKKê de ne. Lewra hebûna PKKê ya li Şengalê jî ne di destê PKKê de ye. Acar got, Îran PKKê bi rê ve dibe. Ger Îran bixwaze dê PKK nav 3 demjimêran de ji Şingalê derkeve.  

Akademîsyen Denîz Çîfçî jî got, pêwendiyên Amerîka û YPGê dê piştî şerê DAIŞê bi pêş ve biçe. Lê ji bo vê PYD divê siyaseta xwe bigûherîne û ji reng û dengên cuda re rêz bigre. Ger PYD perspektifa xwe ya siyasî negûherîne û xwe ji PKKê dûr nexe Amerîka û welatên Ewropyê alîkariya PYD û YPGê nakin û dê pêwendiya xwe bi YPGê re bibirin.

Çifçi herwiha derbarê hebûna PKKê ya Şingalê de bal kişand li ser metirsiyên Îranê û got, divê PKK pêwendiyên xwe yên digel Îranê ber çavan derbas bike. Şingal ji bo Îranê deverek gelek stratejîk e. Îran dixwaze bi riya Şingalê başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê kontrol bike. Vê yekê jî bi riya rengên cuda (PKK) dike. Îran dikare bi rêxistinên Heşdî Şabî êrîşê Kurdistanê bike û Kerkûkê dagir bike. Heşdî Şabî, DAÎŞa Şiî ye. Lewma divê PKK, YNK, GORAN pêwendî û siyasetên xwe yên digel Îran û Heşdî Şabî ber çavan derbas bikin.