Mesrûr Barzanî li Koşka Spî ligel Mezin Şêwirmendên Serokê Amerîka dicive

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Niştimanî ya Amerîka Herbert McMaster radigihîne, pêwendiyên bihêz yên me ligel Kurd heye û dixwazin bihêztirîn jî bikin. General Herbert McMaster di dema pêşwazîkirina li şanda pilebilind a Herêma Kurdistanê bi Serokatiya Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Koşka Spî, xweşhaliya xwe bi pêwendiya bihêz ya di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîka de derbirî.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Netewî ya Amerîka Herbert McMaster radigihîne, pêwendiyên bihêz yên me ligel Kurd heye û dixwazin bihêztirîn jî bikin. General Herbert McMaster di dema pêşwazîkirina li şanda pilebilind a Herêma Kurdistanê bi Serokatiya Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Koşka Spî, xweşhaliya xwe bi pêwendiya bihêz ya di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîka de derbirî.

Di civînê de, ku Mezin Şêwirmendê Serokê Amerîka Jared Kushner, û Şêwirmendê Asayişa Navxweyî Tom Bossert, Serokê Dîwana Encûmena Asayişa Netewî General Keith Kellogg, Alîkara Şêwirmendê Encûmena Netewî Dina Powell, Alîkarê Wezîrê Derve Joseph Pennington amade bûn, Mesrûr Narzanî spasiya piştevaniya Amerîka bo Herêma kurdistanê di şerê DAIŞê de kir û tekezî kir ku Herêma Kurdistanê wek hevpeymaneke girîng ya Amerîka dimîne. Derbarê pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de jî, Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê got: “Dîrokeke me ya tehl ligel hikûmetên Iraqê hebû, ji ber wê em dixwazin pêşerojeke aram bo gelê xwe peyda bikin.”

Di beşeke din ya hevdîtinê de, Mesrûr Barzanî amaje bi pirsa encamdana referandûmê da û got: “Dixwazin proseya referandûmê bi awayekî hêmin û aştiyane encam bidin.”

Her di wê civînê de, Mezin Şêwirmendê Serokê Amerîka Jared Kushner pesna qehremaniya hêza Pêşmerge da û got: “Divê hûn bizanin ku dostên we yên baş di Koşka Spî de hene.”

Biryar e îro Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî simînareke taybet li Washingtonê li dezgeha bi navûdeng a Heritage pêşkêş bike, ku yek ji navendên karîger ên nêzîkî Komariyan e, di simînarê de roniyê dixe li ser nêrîna Kurdistanê derbarê Iraqê de ji piştî şerê DAIŞê û rizgarkirina Mûsilê .