YNK çend pêşniyaran bo karakirina parlementoyê gotûbêj dike

Li Silêmaniyê îro Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bo gotûbêjkirina li ser hilbijartina dahatû, referandûm û rewşa navxweyî ya YNKê dicive.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Silêmaniyê îro Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bo gotûbêjkirina li ser hilbijartina dahatû, referandûm û rewşa navxweyî ya YNKê dicive.

Berdevkê YNKê Hakim Qadir ji K24ê re ragihand, îro li Silêmaniyê Polîtburo dicive û tê de çend pirsan gotûbêj dikin, wek pêşhatên siyasî yên Herêma Kurdistanê, pêwendiyên YNKê ligel aliyên siyasî û krîza darayî.”

Li gor zanyariyan, di civîna îro ya Bolîtburoya YNKDê de, ji bilî pirsa hilbijartina bê, referandûmê û rewşa navxweyî ya YNKê, çend pêşniyaran derbarê karakirina parlementoyê jî gotûbêj dike, bo pêşkêşî  Tevgera Goranê bike.

Civîna îro ya Polîturoya YNKê hevdem e bi derbasbûna salukê di ser rêkeftina Di navbera YNKê û Tevgera Goranê de, ku di 17 Gulana 2016an de û bi amadebûna Celal Talebanî û Newsêrwan Mistefa hatibû îmzekirin.

Lê ji piştî salekê û bi gotina kadroyên Tevgera Goranê, nikarîbûn xalên wê rêkeftinê cibicî bikin û YNKê ji ber vê yekê de berpirsyar dizanin.