Pêşbirka çêkirina pasta li Stenbolê birêve çû

Ji çarmendorê Tirkiyê û derveyî Tirkiyê bermaliyên malê ku hewl didin di warê pasta çêkirinê de xwe pêş bixin û aşpêjên profesyonel yên ku di sektora pasta çêkirinê de di xebitin li Stenbolê bi rêya mîhrîcanekê hatin ba hev.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Ji çarmendorê Tirkiyê û derveyî Tirkiyê bermaliyên malê ku hewl didin di warê pasta çêkirinê de xwe pêş bixin û aşpêjên profesyonel yên ku di sektora pasta çêkirinê de di xebitin li Stenbolê bi rêya mîhrîcanekê hatin ba hev.

Di "Cake Showa" ku îsal bi drûşma "Her tişt bi cisaretê destpê dike û bi piştgiriyê mezin dibe" hatî lidarxistin de, aşpêjên pasta çêker di 11 beşan de, di bin sîwana pastayên dawetan, pasteyên bi fîgûr û pastayên partiyan de bi sêwirandinên cûr be cûr û bi çêjên xwe yên ciyawaz ketin pêşbaziyê.

Serokê Komeleya Aşpêjên Hosta Umut Eyîoglu ji K24ê re got: "Di pêşbirkê de nêzî 200 pasta hene û hemû dê kategoriyên cûda de bikevin pêşbaziyê. Di vê pêşbirkê de 3 biyanî û 3 jî ji Tirkiyê bi giştî 6 jûriyên me hene û hemû jî di vî warî de li Tirkiyê û cîhanê navdarin."

Zarokên ku ji çêkirina beqsem û şêraniyan hez dikin, herwiha yên ku bi çokolatayê pasta û beqseman li gor dilê xwe di nexşînin jî di mîhrîcanê de nehatine ji bîr kirin û zarokan jî di mîhrîcanê de bi destên xwe yên biçûk şikil dan hevîrên şekrokan.

Mamoste Nermîn Akyildiz dibêje: "Em di mûzexaneya şekir de ji bo zarokan workshopan li dar dixin û di beşa hûnera şekir de zarokan fêrî vê hunerê dikin. Heta niha 3 hezar şagirtên me çêbûn. zarok ji vê hûnera şekir gelekî hezdikin û li vir xeyalên xwe bi hunera xwe di xemilînin."

Şagirt Tugba Betûl Dursun got: "Ez li vê derê bi hevîrê şekir sera kekan dinexşînim. Çêkirina wê gelekî bi kêf e û ez ji çêkirina van gelekî hezdikim."

Şagirt Havsa Ozyurt dibêje: "Ez bi hevirê şekir li ser Cup keka xwe nexşan çêdikim. Gelekî xweşe çêkirina wan. Dema ez mezin bûm ez ê jî vî karî bikim."

Di mîhrîcana ku bi maweya du rojan berdewam kirî de pêşbazên pastayan ketin nav qayîşkêşaneke mezin û di pêşbirkê de ev pasteya ku Gollumê ku di filmê navdar yê Lord of the Rîngs anku Lordê Gustîlan de di lîst teswîr dike bû yekemîn.