Rola rojnamegerên jin ya di qonaxa civakî û cinsî de

Rola jinê ya li nava civakê li Enqerê di rojeva dam û dezgehên civakÎ de bû. Di gotûbêja li ser jinan de rojnemavaniya jinê ya di qonaxa civakî û cinsî de ji aliyê jinên aktivîst û rojnameger ve hate nîqaşkirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

Rola jinê ya li nava civakê li Enqerê di rojeva dam û dezgehên civakî de bû. Di gotûbêja li ser jinan de rojnemavaniya jinê ya di qonaxa civakî û cinsî de ji aliyê jinên aktivîst û rojnameger ve hate nîqaşkirin.

Rola jinê ya di nava civakê de li paytexta Tirkiyê bi awayekî berfirehî ji aliyê jinan ve hate nirxandin. Li Navenda Hunerên Nujen, di çarçoveya çalakiya bi navê ‘Rûberîhevkirinên Alternatîf’ de rewş û siberoja rojnamegeriya jinê li ser wê hêmana jinan ya di qonaxa civakî û zayendî de hate gotûbêjkirin. Rojnamegeran amaje pê kir ku jin digel jiyana rojane di her warî de tên astengkirin û bîr û boçûnên wan jî zêde qîmetê nabîne. Selen Dogana rojnameger jî diyar kir ku mixabin li Tirkiyê jin di her warê kar de wek metayekê tê dîtin û li tûşî destdirêjiyê tê.

Rojnamevan Selen Dogan ji K24ê re got: “Me di vê çalakiya xwe de ew kesên ku di warê medyaya alternatîf de ked dane anîn cem hev. Medya di warê jinan de beşeke bi kêşeyî ye, jin wek metayekê tên dîtin, mehaneyên wan li gorî mêran kêmtir in û mafên wan tên binpêkirin. Îro gelek mijar û rojnamevaniya jinan bi nêrînên cuda hatin nirxandin û çalakî gelek bi têr û tijî çû serî.”

Gelek aliyên cuda yên rojnamegeriyê beşdarî di gotûbêjê de kirin û hem nêzikatiya li hember jinê ya di çapemeniyê de hem jî siberoja rojnamegeriyê ligel alternatîfên cihêreng axivîn. Rojnamegeran destnîşan kir ku rêjeya tund û tûjiyê ya li hember  jinan di maweya Rewşa Awarte de zêdebûye û di her qadê de ligel zarok û pîr û kalan herî zêde jin tên mexdurkirin.

Edîtora Kovara Kêmendaman ya bi navê Kîbele Şule Sepîn got: “Rewşa jinan her zor e, lê ya jinên kêmendam dijwartir e. Jinên kêmendam beriya kêşeyên giştî ji neçarî bi kêşeyên xwe re mijul dibin. Nêrîna civakê ya li dijî me neyînî ye û li gorî wan jinên kêmendam nikarin bibin xwedî zarok, ango wan xwedî bikin. Yanî civak rastiya me nahesibîne. Em bi karûbarên medyayê hewl didin ku hem jinên kêmendam û hem jî civakê agahdar bikin.”

Li Tirkiyê piştî ragihandina Rewşa Awarte bi sedan dam û dezgehên çapemeniyê hatin girtin û zextên li ser rojnamegeran jî her tim di rojeva Tirkiyê û rêxistinên navneteweyî de ye. Herwiha li gorî daneyan li Tirkiyê vê gavê 157 rojnameger girtî ne û di nav wan de gelek jin jî hene.