Serok Barzanî ligel Serokomarê Iraqê dicive

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li perawîza Korbenda Aborî ya Cîhanê, ku li deryaya Mirî birêve diçe, ligel Serokomarê Iraqê Fûad Nesûm civiya.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li perawîza Korbenda Aborî ya Cîhanê, ku li deryaya Mirî birêve diçe, ligel Serokomarê Iraqê Fûad Nesûm civiya.

Di hevdîtinê de ku li perawîza çalakiyên Korbenda Aborî ya Cîhanê derbarê Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqyayê li deryay Mirî bi rêve çû, pêwendiyên di navbera Hikûmeta Federal a Iraqê û Herêma Kurdistanê û rewşa siyasî û ewlehiyê ya navçeyê hatin gotûbêjkirin.

Serok Barzanî bo beşdarîkirina Korbenda Aboriya Cîhanî ya li Deryaya Mirî, roja 18 Gulanê gihêşte Emanê paytexta Urdinê û ji aliyê Şah Ebdulahê Duyem ve hate pêşwazîkirin.