Hereketa Azadiyê binçavkirina oldarên Kurd şermezar dike

Hereketa Azadî li Diyarbekirê ji bo balê bikişîne ser girtin û binçavkirinên oldarên Kurd ên li Bakurê Kurdistanê, daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di demên dawîn de bi taybetî kesên ku xebatên sivîl ên civakê dimeşînin, tên binçavkirin û bi Biryarnameyên Bi Hikumê Zagonî, pêşî li azadiya ramanan jî hatiye girtin.

K24 – Diyarvekir

Rêveberiya Hereketa Azadî, îro (21.05.2017) li ser binçavkirina Nûnerê Hereketa Mirov û Azadiyê yê Rihayê Mehmet Pala daxuyaniyeke şermezarkirinê da. Di daxuyaniya ku hat dayîn de bal hat kişandin ku Mehmet Pala ji ber parvekirinên xwe yên li ser tora medyaya civakî 4 roj in ku di bin çav de ye û sedema binçavkirina wî jî bi pesindayîna rêxistina çekdarî ve hatiye girêdan.

Li gorî daxuyaniya ku hat dayîn; li ser siyaseta sivîl û bi taybetî li ser oldarên Kurd zext zêde bûne û mafê rêwa yê ramanê jî êdî dibe sedema sûc û bi vê yekê pêşî li siyaseta sivîl tê girtin.