Dadgehkirina Çaglar Demîrel hate paşxistin

Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Diyarbekirê Çaglar Demîrel li Diyarbekirê ji ber tawanên wekî endambûna PKK’ê, bangeşîkirina rêxistinê û tevlîbûna çalakiyên neyasayî derket dadgehê. Biryar hat dayîn ku rûniştina dozê were paşxistin û Çaglar Demîrel jî bi awayekî girtî were darizandin.

K24 – Diyarbekir  

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya Diyarbekirê de Parlementera HDP’ê ya Diyarbekirê Çaglar Demîrel di 13’ê Berfenbar a 2016’an de hatibû girtin. Serdozger ji bo Çaglar Demîrel ji 10 salan heta 23 salan cezayê girtîgehê dixwaze.

Di çarçoveya vê lêpirsînê de îro li Dadgeha Cezayê Giran a 5. a Diyarbekirê dadgehkirina Çaglar Demîrel hat dîtin. Çaglar Demîrel ji ber ku nexweş bûye, nekariye beşdarî rûniştina doza xwe bibe.

Rûniştina dozê ji aliyê parlementerên HDP’ê  Ziya Pîr, Feleknaz Ûca û Ahmet Yildirim ve jî hat şopandin.

Parêzerên Çaglar Demîrel daxwaz kir  ku muwekîla wan serbest were berdan, bes dadgehê ev yek qebûl nekir û dadgehkirina Çaglar Demîrel taloq kir û biryara berdewamiya girtîbûna parlementera HDP’ê da.

Ligel Hevserokê HDP Selahedîn Demîrtaş 10 parlementerên HDP’ê zindanîkirî ne.