Dengvedanên kongreya awarte ya AK-Partiyê

Di dawiya hefteya borî de Partiya Edalet û Geşepêdanê AK-Partî û Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê Kongreyên Awarte li dar xistin. Rayedarên herdu partiyan jî radigihînin ku herdu kongre jî wekî pesendkirina polîtîqayen ku didomin encam dane. Di Peyamên kongreyan de nîşaneyên polîtîqayên nû nehatine dayîn û AK-Partî dê bi polîtîqayên ewlekariyê, HDP jî dê bi daxwaza destpêkirina proseyên dan û stendinê xebatên xwe bimeşînin.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Di dawiya hefteya borî de Partiya Edalet û Geşepêdanê AK-Partî û Partiya Demokratîk a Gelan  HDP’ê Kongreyên Awarte li dar xistin. Rayedarên herdu partiyan jî radigihînin ku herdu kongre jî wekî pesendkirina polîtîqayen ku didomin encam dane. Di Peyamên kongreyan de nîşaneyên polîtîqayên nû nehatine dayîn û AK-Partî dê bi polîtîqayên ewlekariyê, HDP jî dê bi daxwaza destpêkirina proseyên dan û stendinê xebatên xwe bimeşînin.

Di 21’ê Gulanê de AK-Partî Kongreya Awarte li dar xist û Recep Tayîp Erdogan ligel ku Serokomarê Turkiyeyê ye, careke din bû Serokê Giştî yê AK-Partiyê jî. Bi vî awayî bicihkirina pergala nû ya Turkiyeyê jî dest pê kir. Di gotarên ku di kongreyê de hatin ragihandin de tu peyamek ji bo destpêkirina proseyeke nû nehat dayîn û hat diyarkirin ku dê polîtîqayên heyî bi baştirîn bên berdewamkirin.

Serokê Berê yê AK-Partiya Diyarbekirê Aydin Altaç jî ragihand ku pergala ku serokê hikûmetê û Turkiyeyê heman kes be dest pê kiriye û dê ji niha û pê ve bi lezgîntir xebat û pêngav bên avêtin. Altaç anî zimên ku Turkiye di polîtîqayên baş de dê bi welatên cîhanê re hevkariyê bike, lê  ji ber bi dengekî bilind, polîtîqayên nebaş ên welatên rojavayî rexne dike, ji aliyê wan welatan ve dijber tê dîtin.

Serokê Berê Yê AK-Partiyê ê Diyarbekirê Aydin Altaç ji K24ê re wiha axivî: “Pirsgirêkên aborî û siyasî yên ku hene, êdî dikarin lezgîntir û hêsantir bên çareserkirin, ev jî tiştekî nû ye. Êdî parlamento jî li pêşiya peydakirina çareseriyan ne asteng e û pergala wesayetê ya brokratîk û hêzên kûr ên navdewletî jî dê ji holê rabibin.”

Rojek beriya kongreya AK-Partiyê, HDP’ê jî kongreya awarte li dar xist. Di kongreya HDP’ê de jî ji ber Hevseroka wê partiyê Fîgen Yuksekdag ceza wergirtiye û endamtiya wê ya partiye hatiye betalkirin, kongreya awarte hat lidarxistin û di encama wê kongreyê de jî daxwaza destpêkirina proseyeke danûstendinê hatibû dubarekirin.

Parlamentera HDP’ê ya Şîrnexê Leyla Bîrlîk jî anî zimên ku bêyî pirsgirêka Kurd bê çareserkirin, li Turkiyeyê jî li Herema Rojhilata Navîn jî Turkiye nikare tu tiştekî çareser bike, lê di kongreya AK-Partiyê de peyamên ku hatine dayîn nîşan didin ku dê polîtîqayên berevaniyên ewlehiyê bidomin. Bîrlîk diyar kir ku ev polîtîqa çiqas dûr û dirêj bên bikaranîn jî nikarin encamên çareseriyê peyda bikin.

Bîrlîk got: “2 sal berê muzakere hatibûn kirin, diyalog hatibûn danîn û di encama wan diyalogan de jî lihevkirina Dolmabaxçeyê hatibû çêkirin. Li wir li ser 10 xalan hatibû lihevkirin, lê mixabin ew xirab bû. Dîsa ji bo ku pirsgirêka Kurd çareser bibe, em wê lihevkirinê destnîşan dikin. Lihevkirina Dolmabaxçeyê girîng bû, wateya wê ji bo çareseriya Pirsa Kurd gelek zêde ye.”

Tevî ku ji Kongreyan hêviyên destpêkirina proseyeke nû derneketibe jî daxwaza saziyên sivîl û civakî yên ji bo rawestandina şer û destpêkirina diyalogên nû berdewam e.