Mehdî Eker: Diyarbekir niha ewletir e
K24 – Navenda Nûçeyan
Cîgirê Serokê Giştî yê AK Partiyê Mehdî Eker dibêje, Diyarbekir, ji beriya du salan ewletir e û bawer e ku, vê Havînê zêdetir geştiyar serdana bajêr bikin.
Mehdî Eker derbarê jinûve avakirina navçeya Sûra Diyarbekirê de got, li Sûrê hin avahî hene ku dîroka wan heta 5 hezar sal berê diçe, lê ji bûyerên tundiyê zerer dîtine.
Da xuyakirin, di pêvajoya jinûve avakirinê de, mîmariya kevin tê parastin û bijarde li pêş welatî û dikandaran hatine danîn ku mafên wan winda nebin.
Eker got, navê Diyarbekirê bi dehan salan e tenê bi bûyerên terorê re tê rojevê û ew dixwazin Diyarbekir, bi pir çandî, pir rengî û dîroka xwe were rojevê.