Ji bo serokê şaxa IHDê ya Diyarbekirê 15 sal ceza tê xwastin

Serdozgeriya Diyarbekirê, di derbarê Serokê Komeleya Mafên Mirovan a Şaxa Diyarbekirê Racî Bîlîcî de îdîanameyek amade kir û di wê îdîanameya ku di çarçoveya endamtiya rêxistinê û tevlîbûna çalakiyên dijyasayî hatiye amadekirin de ji bo Bîlîcî ji 7,5 an heta 15 salan, daxwaza cezayê girtîgehê hat kirin.

K24 – Diyarbekir

Ji bo Serokê Komeleya Mafên Mirovan a Şaxa Diyarbekirê Racî Bîlîcî, daxwaza cezayê girtîgehê ji aliyê serdozgeriya Diyarbekirê ve pêşkêşî dadgehê hat kirin. Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Diyarbekirê Racî Bîlîcî, di 21’ê Adara 2017’an de bi tawana endamtiya rêxistinê hatibû binçavkirin û piştre bi şertê kontrola edlî serbest hatibû berdan.

Daxwaza cezayê girtîgehê ku ji bo Bîlîcî ji 7,5 heta 15 salan tê xwestin, bi îdîanameya serdozgeriyê pêşkêşî Dadgeha Cezayê Giran a 5. a Diyarbekirê hat kirin.  Dadgehê îdîanameyê qebûl kir û hat ragihandin ku dê doza Racî Bîlîcî di meha Mijdara 2017’an de were dîtin.