NY: Ligel Herêma Kurdistanê şûnwarên DAIŞê nahêlin

Serokê Programa Jîngeh ya NY Erik Solheim ku di heman demê de Alîkarê Sekreterê Giştî yê NY ye serdana navçeya Geyara ya li başûrê Mûsilê kir, ku DAIŞê kêlgehên petrolê teqndibûn û ji K24ê re ragihand, ew bi germî dixwazin ligel Herêma Kurdistanê û Iraqê kar bikin, bo nehêştina şûnwarên DAIŞê û dûrxistina metirsiyên jîngeh û gefên tenduristiyê.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Programa Jîngeh ya NY Erik Solheim ku di heman demê de Alîkarê Sekreterê Giştî yê NY ye serdana navçeya Geyara ya li başûrê Mûsilê kir, ku DAIŞê kêlgehên petrolê teqndibûn û ji K24ê re ragihand, ew bi germî dixwazin ligel Herêma Kurdistanê û Iraqê kar bikin, bo nehêştina şûnwarên DAIŞê û dûrxistina metirsiyên jîngeh û gefên tenduristiyê.

Derbarê pirsa, DAIŞê kêlgehên petrolê li Geyara teqandibûn û NY hat lêkolîn derbarê wê de kir, ji bo çi dema hikûmeta Iraqê di jîngeha Helebce têk da û bi çekê kîmawî ew bajar kîmyabaran kir û xelkê sivîl kuşt, NY di wê demê lêkolîn nekir. Erik Solheim got: “DAIŞ dijminê hemû cîhanê ye, lê Sedam Hisên di wê demê de ne dijminê hemû cîhanê bû. Heger çawa be, Kurd bi xwe girîngiyê dide jîngeh û welatê xwe. Niha em dixwazin vê metirsiyê li ser jiyana wekatiyan nehêlin.”