Agir bi bîra petrola Kerkûkê ket

Agir bi bîra petrolê li qezaya Dubiz ya parêzgeha Kerkûkê ket û li gor zanyariyan, pîra petrolê bi riya bombeyeke çandî teqiya ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Agir bi bîra petrolê li qezaya Dubiz ya parêzgeha Kerkûkê ket û li gor zanyariyan, pîra petrolê bi riya bombeyeke çandî teqiya ye.

Peyamnêrê K24ê li Kerkûkê ragihand, îro berbangê li nêzîkî gundê Şîrnawî ya ser bi Dubiz ve bîra petrolê bi riya bombeyeke çandî hate teqandin û agir pê ket.

Li gor zanyariyên K24ê, heta niha agirê wê pîra petrolê nehatiye kontrolkirin.

Heta niha ti aliyekî berpirsayetiya xwe di ber wê bûyerê de ranegihandiye û hêzên ewlehiya Kerkûkê jî bi fermî ew nûçe piştrast nekiriye.

Ev bûyer di demekê de ye, berê çendîn bîr û boriyên petrolê li kêlgehên petrola Kerkûkê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatine teqandin.