Ji ber bombebarana Tirkiyê, riya Çoman – Ranyayê hatiye girtin
K24 – Navenda Nûçeyan
Ji ber bombebarana firokeyên şer ên Tirkiyê li ser çiyayê Qendîlê, riya Çoman – Ranyayê hatiye girtin.
Peyamnêrê K24ê li devera Soranê ragihand, firokeyên şer ên Tirkiyê baragehên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li gundê Bawan û çiyayê Kortek bombebaran kirin, ji ber vê sedemê jî riya Çoman – Ranyayê hatiye girtin.
Got jî, ji ber bombebaran tund û nebûna hatûçûnê, heta niha zirar û ziyana bombebaranê nehatiya zanîn.
Çend sal in ji ber hebûna baragehên PKKê li Qendîlê û çend navçeyên din yên Başûrê Kurdistanê, ji aliyê Tirkiyê vet ê bombebarankirin.
Heta niha hejmarek ji welatiyên wan navçeyan ji ber bombebarana firokeyên Tirkiyê bûne qurbanî û hin kesên din jî neçar bûne ku ji wan navçeyan bider bikevin.