Cîgira Serokê ENKSê hat azadkirin

Li bajarê Qamişlo, Cîgira Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Fesla Yûsif ji girtîgehên Rêveberiya Xweser hat azadkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Qamişlo, Cîgira Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Fesla Yûsif ji girtîgehên Rêveberiya Xweser hat azadkirin.

Peyamnêrê K24ê li Qamişlo ragihand, îro Cîgira Serokê ENKSê Fesla Yûsif piştî 23 rojan ji girtîgehên Rêveberia Xweser serbest hate berdan.

ENKSê roja 8 Gulanê nivîsgeha Emîndariya Giştî li Qamişlo bo cara sêyemîn vekiribû, lê hêzên ser bi Rêveberiya Xweser roja 9 Gulanê dîsa ew nivîsgeh girt û 13 endam û serkirdeyên ENKSê binçav kirin, ku Fesla Yûsif jî di nava wan de bû.

Tê zanîn hîn endamê Polîtburoya PDK-Sê Neşet Zaza, endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê Nafê Ebdulah, endamê Polîtburoya PYKS Silêman Oso,  endamên Emîndariya Giştî yên ENKSê Mihsin Tahir û Mihemed Emîn Husam di girtîgehên Rêveberiya Xweser de girtî ne.