Çêroka şehîdbûna xwediya Milpêça Sor

Ayşe Denîz Karcagîl ko li Tirkiyeyê wekî Keça Milpêça Wê Sor tê naskirin li Sûriyê di çarçoveya operasyona Reqayê de canê xwe da. Ew keseke Tirk bû û di bûyerên Parka Geziyê ya bajarê Stenbolê de nav dabû. Malbata wê bi riya medyaya civakî zanî ku keça wan di şerê DAIŞê de miriye.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Ayşe Denîz Karcagîl ko li Tirkiyê wekî Keça Milpêça Wê Sor tê naskirin li Sûriyê  di çarçoveya operasyona Reqayê de canê xwe da. Ew keseke Tirk bû û di bûyerên Parka Geziyê ya bajarê Stenbolê de nav dabû. Malbata wê bi riya medyaya civakî zanî ku keça wan di şerê DAIŞê de miriye.

Ayşe Denîz Karcagil ango Keçika Milpêça wê sor di bûyerên parka Geziyê ya sala 2013an de li bajarê Stenbolê Taksîmê rû dida deng dabû. Ji ber ko beşdarê xwenîşandanên Parka Geziyê bûbû hatibû girtin. Dadgeha Antalyayê wê bi endamtiya rêxistina terorê û beşdarbûna çalakiyên neyasayî tohmetbar dikir û ji bo wê heta 103 salan cezaya zindanîkirinê dixwest.

Ew li girtîgeha Antalyayê digel 13 jinên ku bi endamtiya PKKê dihatin tohmetbar kirin dima. Di 6ê Sibatê ya 2014an de hate berdan, lê mehkemeya wê berdewam dikir. Dema hate berdan li Tirkiyê televîzyonên girîng yên Tirkiyê bû û belko milpêça wê ya sor ew navdartir û popûlertir dikir.

Keçika Milpêça wê Sor piştî ko hate berdan di 20ê Gulanê de çû çiyê û derbasî nava refên PKKê bû. Piştî 3 salan ji perwerdehiya leşkerî çû Rojavayê Kurdistanê di refên Partiya Komûnîst a Marksîst Lenînîst ku hevpeymanê YPGê ye de cih girt û şerê DAIŞê kir.

Lê zêde dem derbas nebû û ew di çarçoveya operasyona dorpêçkirina Reqayê de canê xwe ji dest da.

Balkêş e ku bûyerên Parka Geziyê jî di 29ê Gulanê de dest pê kiribû û ew bi wan bûyeran nav dabû. Malbata wê bi riya medyaya civakî zanî ko keça wan canê xwe ji dest daye.

Ayşe Denîz Karcagîl ango Keçika Milpêça wê Sor Tirk bû ji bajarê Ispartayê bû. Di hevpeyvînekê xwe de digot ew keça malbeteke koçer e.