HSD: Rê nadin Heşda Şeibî derbasî deverên me bibe

Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Eqîd Telal Silo ragihand, hêzên wan dê rê nedin hêzên Heşda Şeibî derbasî deverên di bin kontrola wan de bibin, ji ber ku ew wê hêzê wek dagîrker dibînin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Eqîd Telal Silo ragihand, hêzên wan dê rê nedin hêzên Heşda Şeibî derbasî deverên di bin kontrola wan de bibin, ji ber ku ew wê hêzê wek dagîrker dibînin.

Berdevkê HSDê Telal Silo ji K24ê re got: “Heger ew kî bin û di bin çi navî de bin, em dikarin bersiva wan bikin û têk bibin.  Xaka di bin kontrola HSDê bi çi awayî be, em wê biparêzin. Heger pêwîst kir em şerê wan jî bikin.”

Hêzên Heşda Şeibî ku ji mîlîşyatên Şî'î pêk tê, pêr li hember DAIŞê bipêş ket û gihêşt sînorê Sûriyê. Berpirsên wê hêzê amaje bi wê jî dan ku ewê derbasî Sûriyê bibin, da ku piştevaniya rêjîma Sûriyê bikin.

Tê zanîn di heman demê de, hin mîlîşyatên Şî'î ligel artêşa Sûriyê ber bi deriyê sînorî Tinif ya di navbera Iraq û Sûriyê de û di bin kontrola hin grûpên opozîsyona Sûriyê ku Hevpeymaniya Navdewletî piştevaniya wê dike, bipêş dikevin.