Fesla Yûsif: Asayişê fişara berdana karê siyasî li min dikir

Cîgira Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê Fesla Yûsif piştî ji zindanê serbest hate berdan ji K24ê re diyar kir ku, ew 22 rojan di odeya tekane ya zîndana Asayişa Jinê ya Qamişlo de girtî mabû.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Cîgira Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê Fesla Yûsif piştî ji zindanê serbest hate berdan ji K24ê re diyar kir ku, ew 22 rojan di odeya tekane ya zîndana Asayişa Jinê ya Qamişlo de girtî mabû.

Cîgira Serokê ENKSê amaje bi da, lêpirsîn ser paşketina kongreya ENKSê û têkiliyên wan bi Îtîlafa opozîsyona Sûriyê, Amerîka, Rûsiyê re û pirsa Pêşmergeyên Rojava dihate kirin.

Herweha Fesla Yûsif da zanîn ku, di lêkolînan de berpirsên Asayişa Rojava fişar lê dikirin ku karê xwe yê siyasî rawestîne û gefa binçavkirinê lê dixwarin, heger berdewam be bi beşdarîkirina vekirina nivîsîgehên ENKSê de.

Cîgira Serokê ENKSê Fesla Yûsif ji piştî 23 rojan ji girtîgehên Rêveberia Xweser îro serbestibû hate azadkirin.