Helîkoptereke Tirkiyê ket: 13 leşker mirin

Li bajarê Şirnexê li navçeya Qilebanê helîkoptereke leşkerî a Tirkiyê bi cûreya AS 532 Cougar li erdê ket.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Şirnexê li navçeya Qilebanê helîkoptereke leşkerî a Tirkiyê bi cûreya AS 532 Cougar li erdê ket.

Li gor ragihandina Sererkaniya Tirkiyê helîkopter li xetên kahrebayê ve maye û piştre jî li erdê ketiye. Di encamê de 13 leşkerên wan ên pilebilind canê xwe ji dest dane.

Helîkopterên bi cûreya Cougar li Tirkiyeyê ev ne cara yekemîn e dikevin. Berî niha jî 2 caran ev cûre helîkopter li erdê ketine.

Di 4ê Hezîranê ya sala 1997an de li Herêma Zapê di encama êrîşeke mûşekî ya PKKê de Helîkoptera Cougarê li erdê ket.  Di encamê de 11 leşkerên Tirkiyeyê canê xwe ji dest dan.

Di 29ê Nîsana 2003an de jî li Ispartayê navçeya Egrîdîrê di çarçoveya rahênanên leşkerî de ev cûre helîkopter li xetên kahrebayê ve ma û erdê ket. Di wê rûdanê de jî 4 leşker canê xwe ji dest dan û leşkerek jî birîndar bû.

Ketina din jî duh li Şirnexê bû û di encama van her 3 bûyeran de 28 leşkerên Tirkiyeyê canê xwe ji dest dan. 

Helîkopterên AS 532  Cougar dikarin 21 leşkeran hilgirin. Bênavber dikare 842 kîlometre rê biçe û herwiha di saetekî de dikare heta 278 kîlomtere lez bike. 

Helîkopterên Cougar cotmotor in û tîma wê ya firînê ji 2 firokevan û teknîkerek pêk tê.  Di operasyonên li dijî PKKyê de gelek caran tên bikaranîn û ji sala 1996an heta niha nav lîsteya Arteşa Tirkiyeyê de ye.