Ahmet Tirk: Bi şerê çekdarî pirsgirêk nayê çareserkirin

Siyasetmedarê Kurd Ahmet Tirk der barê destpêkirina proseya aştiyê ya bo Kurdên li bakurê Kurdistanê de bi rêya Kurdistan24 bang li PKKê û hikûmeta Tirkiyê kir. Tirk got: Bi şerê çekdarî pirsgirêk nayê çareserkirin, pêwîst e dewleta Tirk jî gavên demokratîk biavêje
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Siyasetmedarê Kurd Ahmet Tirk der barê destpêkirina proseya aştiyê ya bo Kurdên li bakurê Kurdistanê de bi rêya Kurdistan24 bang li PKKê û hikûmeta Tirkiyê kir. Tirk got: Bi şerê çekdarî pirsgirêk nayê çareserkirin, pêwîst e dewleta Tirk jî gavên demokratîk biavêje

Siyasetmedarê Kurd Ahmet Tirk, li Tirkiyê ji bo destpêkirina proseya aştî bangî hikûmet û PKKê kir. Tirk, ji Kurdistan24 re diyar kir ku eger dewleta Tirk, bo proseya aştiyê gavekê biavêje ew amade ne ku digel rayedarên fermî dest bi hevdîtinan bikin.

Siyasetmedar Ahmet Tirk ji K24ê re wiha got: “Eger bi awayeke eşkere û bi rastî bînin ziman em dikarin werin li hev bicivin û hevdîtin û guftûgoyê bikin. Em dixwazin dewleta Tirk gaveke wiha biavêje. Bi aqileke, hevpar bi hişmendiyeke hevpar bila ev mesele were rojevê û em li ser vê meseleyê nîqaş bikin. Ji bo bêdegbûna çekan gavên demokratîk werin avêtin dê ev mesele safî bibe.”

Li Stenbolê bi mebesta bi dawî anîna rewşa awarte û çareserkirina pirsgirêkên civatê, li ser banga ji zêdeyî yek hezaran rewşenbîr, siyasetmedar, nivîskar û pêkhateyên cuda yên li dijî hikûmetê bi rêya civînekê hatin ba hev. Ehmed Tirk berî civînê ji Kurdistan24 re da zanîn ku bi polîtîkayên ewlehiyê û bi şerê çekdarî tu pirsgirêk nayên çareserkirin.

Ahmet Tirk got ji K24ê re got jî: “Heta niha siyaseta dewşeta Tirk li ser tunekirin û nenaskirina mafên Kurd hatiye avakirin. Lazim e ev siyaset were guhertin. Ya duduyan jî em dizanin ku bi şerê çekdarî tu pirsgirêk nayê çareserkirin. Her çiqas şer, pevçûn û alozî rû bidin jî axirî ev hemû bi diyalogê dê bê çareserkirin. Îro dem dema diyalogê ye.”

Parlamenterê CHPê Sezgîn Tanrikulu jî ragihand ku rewşa awarte rê li ber çareseriyê digire. Li gorî Tanrikulu pêwîst e rewşa awarte bê rakirin da ku proseya çareseriyê jî were destpêkirin.

Sezgîn Tanrikulu got: “Berî pêvajoya çareseriyê divê rewşa niha were normalîzekirin çimkî rewşa awarte hêj berdewam e û azadiya fikr û ramanê tune ye di rewşeke wiha de ka em ê behsa çi bikin. Pêwîst e demildest dawî li rewşa awarte bê anîn da ku pirsgirêka Kurd jî bi rêya aştiyane were çareserkirin.”

Di civînê de ji bo pêkvejiyaneke azad bang li hikûmetê hat kirin da ku daxwazên civakî werin cîbicîkirin.