Lavrov: YPG/HSD bi DAIŞê re lihev kirine

Wezîrê Derva yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand, agahiyên wan hene ku hêzên HSD û YPGê bi DAIŞê re lihev kirine, da ku çekdarên DAIŞê bê şer ji bajarê Reqayê derkevin û berve Tedmurê biçin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derva yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand, agahiyên wan hene ku hêzên HSD û YPGê bi DAIŞê re lihev kirine, da ku çekdarên DAIŞê bê şer ji bajarê Reqayê derkevin û berve Tedmurê biçin.

Lavrov li Moskovayê di konferanseke rojnamevî de ragihand, HSD û YPGê red dike ku wan rêkeftin ligel DAIŞê kiribe, lê agahiyên ku di destê wan de hene, cuda ne.

Lavrov got, Wezareta Bergîriyê yê Rûsyayê ji vê agahiyê piştrast e. Lewra piştî vê agahiyê DAIŞ ji Reqayê derket û berê xwe da Tedmurê, lê hêzên wan ew karwana çekdarên DAIŞê armanc kirin.

Ji aliyê xwe ve, Wezareta Bergîriyê yê Rûsyayê îro di daxuyaniyekê de aşkere kir, firokeyên Rûsyayê di roja 25 Gulanê de karwanek, roja 29 Gulanê 3 karwan û roja 30 Gulanê karwanên çekdarên DAIŞê DAIŞê yên ku ji bajarê Reqayê derdiketin armanc kirin.

Herwiha li gor wê daxuyaniyê ku, di encama wan êrîşan de 80 çekdarên DAIŞê hatin kuştin, 36 otombîlên leşkerî, 8 tankerên petrolê, 17 otombîlên “Pick Up” ên leşkerî jinav birin.

Ev daxuyaniyên Rûsyayê di demekê de ye, ku Berdevkê Fermî yê YPGê Nûrî Mehmûd di daxuyaniyekê de tekez kir ku wan ti rêkeftin ligel DAIŞê de nekirine. Herwiha Berdevkê YPGê daxwaz ji aliyên ku ev nûçe belav kirine kir, ku heger daxuyaniyên wan rast in, bila belgeyên xwe yên derbarê wê rêkeftinê de aşkere bikin.