Rêkeftineke 20 salî di navbera Herêma Kurdistanê û Rûsyayê de

Derbarê îmza kirina rêkeftina duh li Saint Petersburgê ya di navbera wezareta çavkaniyên saman û xwezayî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê û şîrketa Rûs neft a bi amadebûna Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talabanî pêk hat de Nêçîrvan Barzanî daxuyaniyek çapemeniyê da.

K24 – Navenda Nûçeyan

Nêçîrvan Barzanî got: ‘’Ev rêkeftineke bazirganî ye û li gor rêkeftinê ew ê sermayeyê xwe li Herêma Kurdistanê dê bixin tevgerê û bikar bînin. Ev rêkeftin rêkeftineke demdirêje li gel şîrketa Rûs neft ku yek şîrketên herî mezin a wuze ye li Rûsya. Li gor me piştî ku ewqas sal wuze li herêma Kurdistanê di rewşeke gelek xirab de bû, bi ev rêkeftin dê bibe destpêkeke nû bi taybet ji aliyê wuze ve û di warê pêwendiyên di navbera Rûsya û Herêma Kurdistanê de. ‘’

Barzanî got: ‘’Hêvîdar im ev yek bibe destpêkek baş bo pêwendiyên aborî yên demdirêj li gel Rûsyayê û bê guman ev yek jî nîşaneya vegera baweriyê ye, piştî çend salek ew pirsgirêkên li herêma Kurdistanê pêkhatine, ku ji ber birîna budce, şerê dijî DAIŞê û hatina zêdetirî 1.800.000 koçber û penaberên ji terorê revîne û piştî wan hemû pirsgirêkan destpêkek baş bû û vegera baweriyê ye bo bazarên herêma Kurdistanê.’’

Derbarê civîna li gel serokê Rûsya Vladimir Putin de jî got: ‘’Di civîna li gel birêz Putin de jî peyvendiyên du alî û pêşdebirina aliyên aborî di navbera her du aliyan de hatin gotûbêj kirin. Mijareke din a civînê jî behsa şerê dijî DAIŞê û terorîstan hate kirin.’’