Putin: Herêma Kurdistanê dizane ku mîlîşya çekên kîmawî bikar anîne

Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putin di panelekê de li Lûtkeya Aboriya Navdewletî ya li Saint Petersburg de, ku 12 hezar hezar kes di wê Lûtkeyê de beşdar bûye, bixêrhatina Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û derbarê tuhmetbarkirina rêjîma Sûriyê bi karanîna çekê kîmawî de red kir û got: “Kurdistana Iraqê dizane ku mîlîşya çekê kîmawî bikar anîne.”
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putin di panelekê de li Lûtkeya Aboriya Navdewletî ya li Saint Petersburg de, ku 12 hezar hezar kes di wê Lûtkeyê de beşdar bûye, bixêrhatina Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û derbarê tuhmetbarkirina rêjîma Sûriyê bi karanîna çekê kîmawî de red kir û got: “Kurdistana Iraqê dizane ku mîlîşya çekê kîmawî bikar anîne.”

Roja 4 Nîsana borî, firokeyên şer gundê Xan Şêxonê ya li parêzgeha Idlibê bombebaran kirin, di encamê de nêzîkî 100 kesan bi gaza kîmawî canê xwe jidest dan, opozîsyona Sûriyê, Amerîka û welatên rojava jî rêjîma Sûriyê di ber êrîşê de berpirsyar dibinin.