Berpirsekî pilebilind ya DAIŞê hate desteserkirin

Alîkarê Wezîrê Tenduristiya DAIŞê li taxa Zencelî ya rojava Mûsilê hate desteserkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Alîkarê Wezîrê Tenduristiya DAIŞê li taxa Zencelî ya rojava Mûsilê hate desteserkirin.

Peymnêrê K24ê li Mûsilê ragihand, hêzên Iraqê yên ser bi Wezareta Navxwe ya Iraqê, karîn alîkarê wezîrê tenduristiya DAIŞê desteser bikin.

Got jî, şer li taxa Zencelî berdewam e û nîvê taxa Şîfa jî ji aliyê hêzên Dezgeha Dijeterorê ve hatiye dorpêçkirin.

Şer û pevçûn li beşê rojavayê Mûsilê berdewam in, heta niha taxa Mûsila Kevin û taxên Şîfa û Zencelî di destê çekdarên DAIŞê di mane.