Mesrûr Barzanî û Heyder Ebadî civiyan

Mesrûr Barzanî Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê bi amadebûna Fûad Hisên Serokê Dîwana Serokatiya Herêmê li Bexda ligel Heyder Ebadî serokwezîrê Îraqê civiya.

K24 - Navenda Nûçeyan

Mesrûr Barzanî Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê bi amadebûna Fûad Hisên Serokê Dîwana Serokatiya Herêmê li Bexda ligel Heyder Ebadî serokwezîrê Îraqê civiya.

Di civînê de, pêşhatên herî dawî yên serbazî û siyasî li Îraqê û navçeyê hatin behskirin.

Her di wê civînê de, serokwezîrê Îraqê rêz û pêzanîna xwe bo qehremanî û qurbanîdana Hêzên Pêşmerge tekez kir û amaje bi wê yekê kir ku, serkeftina Hêzên Îraqî li parêzgeha Mûsilê ji encama hemahengî û piştevaniya rasterast ya Hêzên Pêşmerge bû.

Herwiha amaje bi pêwîstiya dîtina rêçareyeke baş ji bo çareseriya pirsgirêkan da, ku ti şêweyên tundrewiyê li deverê dernekevin.

Derbarê pirsgirêkên di navbera Bexda û Hewlêrê de her dû aliyan tekezî li ser danûstandinan kir, da ku bi şêweyekî aştiyane tevahiya pirsgirêkan çareser bikin, ku rêzê li xwestekên tevahiya pêkhateyên Îraqê bigre. Pêşerojeke geş, pirr bawerî û aramî ji bo hemû aliyan misoger bike.