Amerîka welatiyên xwe yên li Qeterê hişyar dike

Piştî birîna gelek welatên Kendava Erebî pêwendiyên xwe bi Qeterê re, Balyozxaneya Amerîka li Qeterê welatiyên xwe yên li wî welatî ne, ji her pêşhatekê hişyar dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî birîna gelek welatên Kendava Erebî pêwendiyên xwe bi Qeterê re, Balyozxaneya Amerîka li Qeterê welatiyên xwe yên li wî welatî ne, ji her pêşhatekê hişyar dike.

Balyozxaneya Amerîka li Qeterê di daxuyaniyekê de ragihand, ew rewşa li Qeterê dişopîne û ligel hikûmeta Qeterê bo selametiya Amerîkiyên ku li welatî ne, di pêwendiyê de ye.

Ev hişyariya Amerîka piştî wê yekê tê, îro her yek ji Siûdiye, Behrên, Îmarata Erebî, Misr, Yemen, Hikûmeta demkî ya Lîbyayê û Komara Maldîvê pêwendiyên xwe ligel Qeterê birîn.

Ew 7 dewlet, Qeterê bi piştevaniya li grûpên terrorist (Îxwan Muslimîn, Husiyên Yemenê û Qaide), piştevaniya ji ecindeyên Îranê re û têkdana asayişa navçê tuhmetbar dikin.