Îran nasnameyên êrîşberan aşkere dike

Wezareta Îtîlaetê a Îranê ragihand, di demeke nêzîk da nasnameyên êrîşberên Tehranê aşkere dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Îtîlaetê a Îranê ragihand, di demeke nêzîk da nasnameyên êrîşberên Tehranê aşkere dikin.

Di daxuyaniyekê de Wezareta Îtîlaetê a Îranê belav kir, nasnameyên êrîşberên Tehranê tên aşkerekirin û hejmarek kes ku nêzîk in ji wan êrîşberan hatine desteserkirin û lêkolîn ligel wan berdewam in.

Hevdem, Wezîrê Îtîlaetê Mehmûd Elawî gotiye, nikarin bibêjin ku Siûdiye li pişt wan êrîşan bûye. Heriwha amaje bi wê daye, ku plana wê êrîşê gelek bihêz bûye û hîn pêwîsriya wan bi demê heye, ku lêkolînên zêdetir bikin.

Li gor dawî amar, hejmara kuştiyên êrîşên Tehranê gihêşt 17 kuştiyan, ku 3 ji wan jin in.