Rusya: Hevpeyman û HSD bi DAIŞ re li hevûdu kirin e!

Serfermandarê Hêzên Serbazî yên Rusyayê li Suriye General Sergey Surovkin ragihand ku “Hevpeymaniya dijî DAIŞ bi Serokatiya Amerika û Hêzên Suriye yên Demokrat ji cîhê ku teroristên DAIŞ ûn berpisiyarê bi kuştina bi hezaran welatiyan li Suriye wenda bikin, bi wan re lihevhatin kirin e.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Serfermandarê Hêzên Serbazî yên Rusyayê li Suriye General Sergey Surovikin ragihand ku “Hevpeymaniya dijî DAIŞ bi Serokatiya Amerika û Hêzên Suriye yên Demokrat ji cîhê ku teroristên DAIŞ ûn berpisiyarê bi kuştina bi hezaran welatiyan li Suriye wenda bikin, bi wan re lihevhatin kirin e.”

Li gor daxûyaniya Surovikin, ku di medyaya Tirkiye de cîh girtiye, di vê çarçoweyê de “Berpirsên DAIŞ ji cîhên di bin kontrola xwe de vedikişin û berê xwe didin wan herêmên ku di bin kontrola hukimeta Suriye de ne”.

Surovkin, herweha Amerika bi dijayetiya pêşkeftinên Artêşa Suriye hemberî terorîstan tometbar kir.

Berî çendîn rojan Wezareta Derve û ya Bergiriyê ya Rusyayê, heman tomet li Hêzên Suriye ya Demokrat kiribûn ku, ligel DAIŞ ji bo derketinê ji Reqqa û deverên din lihev kirin e û DAIŞ wan hêzan li hemberê Artêşa Suriye organize dike.