Îran daxwaz dike, Hewlêr û Bexda pirsgirêkan li gor destûra Iraqê çareser bikin
K24 – Navenda Nûçeyan
Îran piştevaniya xwe bo yekperçeya Iraqê ragihand û daxwaz ji Hewlêr û Bexdayê kir, di çarçova destûra Iraqê de pirsgirêkan çareser bikin.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Behram Qasimî di konferanseke rojnamevanî de ragihand, helwesta zelal a Komara Îranê, piştgîriya li yekperçeya xala Iraqê ye û Herêma Kurdistanê beşek e ji Komara Iraqê.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê daxwaz kir jî, ku Hewlêr û Bexda di riya guftûgo û li ser binemayên destûra Iraqê pirsgirêkn xwe çareser bikin.
Li gor Qasimî, ku mercê aloziya Iraq û navçê û plana nehezam bo berdewamiya ne aramiya Iraqê heye, referandûm jî dibe sedemek bo berdewamiya ne aramiyê Iraqê.
Roja Çarşemê 7 Hizîranê, aliyê siyasî yên Başûrê Kurdistanê ligel Serokê Herêma Kurdistanê civiyan û biryar dan ku roja 25 Îlona îsal, referandûma serxwebûna Kurdistanê were encamdan.