HPG: Me helîkopterek xiste xwarê
K24 – Navenda Nûçeyan
Hêzên Parastina Gel (HPG) ragihand, wan li navçeya Çêlê ya Colemêrgê helîkopterek xistine xwarê û 14 leşker kuştine.
HPG ji malpera xwe daxuyaniyek nivîskî belav kir û da zanîn ku Arteşa Tirkiyê dema li navçeya Çêlê ya Colemêrgê operasyon bi rê ve dibir, hêzên wan êrîşê helîkopterek ji cûreya Sikorsky kirine û ew xistine xwarê.
HPG aşkere kir, di encama ketina helîkopterê de 14 leşker hatine kuştin.
Parêzgeriya Colemêrgê jî duh ragihandibû ku PKK êrîşî helîkoptereka wan kiriye û ew helîkopter piştî êrîşê bi neçarî daketiye lê, ti leşkerekî wan canê xwe ji dest nedane û bi alîkariya helîkopterên din hêzên wan ji cihê êrîşê hatine xilaskirin.