Demîrtaş: Pirsa Kurdî çareser nebe, aştî pêk nayê

Hevserokê HDP Selahedîn Demîrtaş bo Kongreya Şaxa Stenbolê ya Partiya xwe peyamek şand û da xuyakirin, heta ku li Tirkiyê pirsa Kurdî û pirsa demokrasî çareser nebe, aştî pêk nayê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê HDP Selahetîn Demîrtaş bo Kongreya Şaxa Stenbolê ya Partiya xwe peyamek şand û da xuyakirin, heta ku li Tirkiyê pirsa Kurdî û pirsa demokrasî çareser nebe, aştî pêk nayê.

Peyama Demîrtaş ya bo kongreyê ji hêla Cîgirê Hevserokê HDPê Saruhan Oluç ve hat xwendin. Demîrtaş destnîşan kir, di vê demê de zext û zordarî li ser wan hene û divê hember vê rewşê, berxwedana demokratîk hebe.

Demîrtaş got, heta pirsa Kurdî çareser nebe, demokrasî nebe, aştiya civakî bicîh nabe, heta ku wekheviya gelên cuda, çand, nasname û bawermendiyên cuda nebe, peymana civakî jî naye çêkirin.

Hevserokê HDP Selahetîn Demîrtaş, 4'ê Mijdara 2016'ê hat girtin û 7 mehan zêdetir e di girtîxaneya Edîrneyê de zîndankirî ye.