Qeyumê Qoserê peykerê Uxur Kaymaz rakir

Qeyumê navçeya Qosera Mêrdînê, peykerê zarokê 12 salî Uxur Kaymaz rakir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Qeyumê navçeya Qosera Mêrdînê, peykerê zarokê 12 salî Uxur Kaymaz rakir.

Uxurê 12 salî, zivistana 2004'ê li ber deriyê xwe, bi gulebarana tîmên taybet ên Tirk, bi 13 guleyan, tevî bavê xwe Ehmed Kaymaz hatibû kuştin.

Şaredariya HDPê ya Qoserê sala 2009'ê peykerê Uxurê ku di destên wî de kevok hebûn li meydana Uxur Kaymaz danîbû.

Bi biryara Qeyumê Qoserê Ehmed Odabaşî, peykera Uxur beyî ku ti hincet bê nîşandan, di demên fitarê de hat rakirin.

Meqbule Kaymaz, dayika Uxurê jî beriya mehekê ji hêla Qeyum ve ji kar hatibû dûrxistin.