Yildirim: CHP siyaseta xwe jibîr kiriye!

Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim rexne li protestoya meşî ya Serokê Partiya Komarî ya Gel Kiliçdaroglu girt û got “Parêzbendî bi rayên CHP jî hate erêkirin, ma CHP jibîr kir!”

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim rexne li protestoya meşî ya Serokê Partiya Komarî ya Gel Kiliçdaroglu girt û got “Parêzbendî bi rayên CHP jî hate erêkirin, ma CHP jibîr kir!”

Yildirim, herweha anî bîr a Kiliçdaroglu ku “Em tê digihin ku Kiliçdaroglu dixwaze xwedîtî li Parlementerek xwe bike, lê bere jibîr neke parêzbendî bi dengên CHP jî hate rakirin, Berberoglu bi xwe dengê – Erê bikar anî. Ji derveyî HDP hemûyan ji bo rakirina parêzbendiyê deng dan. Niha di encama wê biryarê de, dadgeh tevdigerin, ma Kiliçdaroglu ev yek nizanîbû?”