Putîn bo Kurdistan24: Em girîngiyek mezin didin pêwendiyên bi Kurdan re

Serokdewletê Rusyayê Vladimir Putin di bersîvek taybet bo Kurdistan24de diyarkir ku,helwesta me vekirî ye. Em dizanin pêşmerge û şervanên Kurd xebateke mezin û şer hember terorê kirine. Hêzên Pêşmerge pir bibandor têdikoşin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokdewletê Rusyayê Vladimir Putin di bersîvek taybet bo Kurdistan24de diyarkir ku,

"Em herdem bi gelê Kurd re di pêwendiyê de bûn. Çi sedemek bo rawestandina van pêwendiyan nabînim. Lê di serî de pêwîste, em erkê xwê yê hevbeşê bicîh bînin ku ev jî şerê dijî terorê ye. Min bixwe çend car dubare kiriye ku, helwesta me vekirî ye. Em dizanin pêşmerge û şervanên Kurd xebateke mezin û şer hember terorê kirine. Hêzên Pêşmerge pir bibandor têdikoşin.

Taybet bi hemahengiya berfireh ya navbera we jî, di hevdîtina Cenabê Barzanî de min bibîraniye. Em bi şêweyek giştî digel Iraqê kar dikin. Di heman demê de van pêwendiyan pêş dixin û em gelek baş dizanin ku doza Kurd çend hestiyar e. Helwesta me ji mêj ve aşkera ye, ew jî di çarçoveya yasaya navnetewî de ye.