HSD: Emê bersiva êrîşên rêjîmê bidin

Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dibêje, berdewamiya êrîşên rêjîma Sûriyê li ser pêgehên HSDê, dê wan neçar bike ku bersiva êrîşên rêjîma Sûriyê bidin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dibêje, berdewamiya êrîşên rêjîma Sûriyê li ser pêgehên HSDê, dê wan neçar bike ku bersiva êrîşên rêjîma Sûriyê bidin.

Berdevkê HSDê Telal Silo di daxuyaniyekê de ragihand, êrîşên rêjîma Sûriyê yên li ser wan, armanc jê astengkirina operasyona kontrolkirina Reqayê ye.

Telal Silo got, rêjîma Sûriyê ji 17ê Hezîranê ve êrîşên berfereh li dijî wan encam daye, ku firoke û topxaneyan bikar anîne û ji ber vê yekê jî ew bê deng namînin û dê berevaniyê li mafê xwe bikin, ji bo parastina hêzên xwe.

Duh, şer û pevçûn li Tebqayê di navbera HSD û rêjîma Sûriyê de derket. Hevpeymaniya Navdewletî firokeyeke artêşa Sûriyê xiste xwarê.