Barzanî û Nûnerê NY proseya referandûmê gotûbêj kirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel Nûnerê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî li Iraqê Jan Kubis civiya û pirsa referandûma Herêma Kurdistanê gotûbêj kir.
Di hevdîtinekê de, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Nûnerê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî li Iraqê Jan Kubis çendîn pirs û mijarên din yên cuda hatin gotûbêjkirin, wek pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de.