Li Îzmîrê teqînekê rû da

Li bajarê Îzmîrê yê Tirkiyê, li nêzikê binkeya NATOyê teqînekê rû da.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Îzmîrê yê Tirkiyê, li nêzikê binkeya NATOyê teqînekê rû da.

Îro danê sibê li bajarê Îzmîrê, li goristana Gûltepeyê ku nêzikê binkeya NATOyê ye teqînek rû da.

Sedema teqînê heta niha jî nayê zanîn û hejmarek zêde ji polîs û hêzên ewlekariyê li cihê bûyerê hatin veguhestin.

Derbarê teqînê de lêpirsîna hêzên ewlekariyê berdewam dike.