Welatên Erebî bo Qeterê: Bînkeyên serbazî yên Tirkan bigre!

Erebistana Siûdî, Misir, Imaratên Yekgirtî yên Erebî û Behreyn daxwaznameyek 13 xalî ji Qeter kirin, ji bo rakirina dorpêça liser wî welatî.

K24 – Navenda Nûçeyan

Erebistana Siûdî, Misir, Imaratên Yekgirtî yên Erebî û Behreyn daxwaznameyek 13 xalî ji Qeter kirin, ji bo rakirina dorpêça liser wî welatî.

Di nav wan 13 xalan de girtina bînkeya serbazî ya Tirkiye li Qeterê, rawestandina hemû pêwendiyên diplomatic ligel Îranê, rawestandina alîkariya aborî, serbazî ji bo rêxistinên terorist, girtina qenala telewizyonî ya El Cezîre jî hene.

Her çar dewletên Erebî ji Qeterê xwestin di nav 10 rojan van daxwaziyên wan bicîh bîne. Heta niha Qeter tu daxûyanî derbarê van xwestekan de nedaye.

Piştî dorpêça welatên Kendavû liser Qeterê, pêwendiyên welatên Kendavû ber bi aloziyan ve çûn e û Kuweyt hewla çareseriya pirsgîrekan wekî navbeynkar girtiye ser milên xwe.