Ahmet û Mehmet Altan girtî dimînin
K24 – Navenda Nûçeyan
Dadgeha 26em a sizayên giran a Stenbolê biryar girt, rewşa girtîbûnê ya Ahmet û Mehmet Altan bidome. Ji derveyî brayên Altan 4 girtiyên din jî, dê di girtîgehê de bimînin. Dozgerê doze bi yek gotinê di dadgehê de axifî: Berdewamiya girtinê!
Rojnamevan û nivîskar Ahmet Altan ev 274 rojan û akademisyen, nivîskar Mehmet Altan jî ev 275 rojan girtî ye.
Doza li hember brayên Altan tê birêvebirin, bi lingê medya ya rêxistina Xizmet a Fethullah Gulen ve tê girêdan. Yek ji girtiyên din ê binav jî rojnamevan Nazli Ilicak e.
Dadgehê biryar girt, doz di 19ê Îlon a îsal de carek din bê girtin a dest.