3 Pêşmergeyên Komel li Sine şehîd bûn
K24 - Navenda Nûçeyan
Sê Pêşmergeyên Komela Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê li parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê şehîd bûn.
Li gor daxuyaniyeke Komela Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê, tîmek ji Pêşmergeyên wê komelê bi armanca çalakî û rêkxistina partîtî li navxwe bûn, ketin kemîneke hêza Îranê û di encama şer û pevçûnan de, 3 Pêşmerge şehîd bûn û Pêşmergeyek jî birîndar bû.
Komela Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê navê her sê Pêşmergeyên şehîd belav kir, ku Sebah Hisên Penahî, Hamîd Seyf Penahî û Bêhzad Nûrî ne.
Herwiha jêderekî pilebilnd yê wê komelê ji K24ê ragihand, her di wî şer û pevçûnan de, Pêşmergeyek bi birîndarî kete destê hêzên Îranê.
Piştî şer û pevçûnan, artêşa Pasdarên Îranê vîdyoya kuştina wî şerî belav kir.