Minbera Bexdadî kete destê hêzên Iraqî

Fermandarê Hêzên Taybet ên “Hatin Neynewa” Ferîq Rukin Ebdilemîr Reşîd îro ragihand, hêzên Dijeterora Iraqê mizgefta mezin a Nûrî û Minareya Hedba kontrol kirin û hêzên wan jî di pêşveçûnê de ne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandarê Hêzên Taybet ên “Hatin Neynewa” Ferîq Rukin Ebdilemîr Reşîd îro ragihand, hêzên Dijeterora Iraqê mizgefta mezin a Nûrî û Minareya Hedba kontrol kirin û hêzên wan jî di pêşveçûnê de ne.

Ji aliyekî din ve, Fermandarê Polîsa Federalî Ferîq Raêd Şakir Cewdet ragihand, mizgefta Kerar li navçeya Bab Lekeş hate kontrolkirin.

Mizgefta Nûrî, ew cihê ku di sala 2014an de Ebû Bekir Bexdadî xwe tê de wek xelîfeya çekdarên DAIŞê ragihandibû.

Berî çend rojan jî bi nêzîkbûna hêzên Iraqî ji wê mizgefta Nûrî, çekdarên DAIŞê ew mizgeft û minareya Hedba teqandibûn.