Rojnamevanekî BBC li Stenbolê, bo herêma Kurdistanê derveyî sînor hate kirin.

Jiyar Gûl, rojnamevanê BBC û nûçegîhanê vê kanalê li Stenbolê, piştî seredana wî bo herêma Kurdistanê û vegeriyan bo Tirkiye, li belafîrgeha Stenbolê carek din bo Hewlêrê paytexta herêma Kurdistanê hate deport kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Jiyar Gûl, rojnamevanê BBC û nûçegîhanê vê kanalê li Stenbolê, piştî seredana wî bo herêma Kurdistanê û vegeriyan bo Tirkiye, li belafîrgeha Stenbolê carek din bo Hewlêrê paytexta herêma Kurdistanê hate deport kirin. Jiyar Gûl, ku xelkê bajarê Sine ji Rojhilatê Kurdistanê ye, çendîn salan e li Qenede dijî û hevwelatiyê wî welatî ye. Niha jî wekî nûçegîhanê BBC bi zimanên ingilizî û farsî li Stenbolê karê nûçegîhanê dikir.

Piştî seredana wî ji bo Hewlêrê di çendîn rojên borî de, ji firokxaneya Hewlêrê vegeriya Stenbolê û li firokxaneya Stenbolê hate desteser kirin. Di daxûyaniyek taybet bo Kurdistan24 Jiyar diyarkir, piştî ez gihiştim firokxaneya Stenbolê, nave min li sistemê hate dîtin û paşî gotin min qedexeye tu derbasî Tirkiye bibe. Ez 5 demjimêran hatim desteserkirin û dest danîn ser mobile min û pişkînin liser kirin.

Li hember wan pirsiyarên ku wan gotin, qaşo raporên min alîgiriya PKK û PYD dikin û min seredana Qendîl û Rojavayê Kurdistanê kiriye. Nûçegîhanê BBC got, Min tenê karê rojnamevaniyê kiriye, ku mumkin e ne bi dilê hin aliyan be. Tirkiye jî, hember her kesê biçe Rojava û Qendîl hestiyar e, yan jî ew kesên ku liser PKK û PYD binivîse.

Derbarê rewşa rojnamevaniyê li herêma Kurdistanê Jiyar diyarkir, ew azadiya rojnamevanî li herêma Kurdistanê heye, rast e em nikarin bêjin wekî Ewrûpaye, lê gelek ji welatên herêmê baştir e.

Ew rojnamevanê BBC , bi rêya belafirxaneya Hewlêrê îro diçe Brîtanya.