Berpirsekî AKPê li Licê hate kuştin
K24 – Navenda Nûçeyan
Cigîrê Serokê navçeya Licê ya AK-Partiyê Orhan Mercan hate kuştin.
Bûyer li ber mala Cigîrê Serokê navçeya Licê ya AK-Partiyê Orhan Mercanî rû da. Hin kesên nenas bi çekan li ser wî reşandin û ew kuştin. Hêzên ewlekariyê guman dikin ku, êrîş ji aliyê PKKê ve hatibe kirin.
Lewre, duh 3 endamên PKKê li navçeya Licê ya Diyarbekirê di encama pevçûneke de canê xwe ji dest dabûn.
Cigîrê Serokê navçeya Licê ya AK-Partiyê Orhan Mercan zewicî bû û bavê 4 zarokan bû.