Çekdarekî DAIŞê ligel K24ê diaxive

Bi nêzîkbûna kontrolkirina tevahiya koç û navçeyên Mûsila Kevin a li rojavayê Mûsilê re, hejmareke mezin ji koçberan berê xwe didin navçeyên Mûsilê yên aram.
kurdistan24.net

K24 – Naveneda Nûçeyan

Bi nêzîkbûna kontrolkirina tevahiya koç û navçeyên Mûsila Kevin a li rojavayê Mûsilê re, hejmareke mezin ji koçberan berê xwe didin navçeyên Mûsilê yên aram.

Peyamnêrê K24ê li nava koçberan de behsa rewşa niha ya Mûsilê û koçberek jî behsa dema teqandina mizgefta Nûrî ji aliyê çekdarên DAIŞê ve dike.

Piştre peyamnêrê K24ê aşkere kir, ku piştî hêzên ewlehiyê yên Iraqê lêkolîn bi wan koçberan re kir, aşkere bû ku ew koçberê ji K24ê re behsa teqandina mizgefta Nûrî kiriye bixwe çekdarekî DAIŞê bûye û xwastiya xwe wek koçber bide nîşandan. Lê Hêzên ewlehiyê ew desteserkirin.