Bînkeya serbazî li Behreyn ava dikin
K24 – Navenda Nûçeyan
Ligor agahdariyek di kovara Misrî El-Ehram el-Erebî de, ger di navbeyna 72 demjimêran de, Qeter bi erênî bersîva daxwaziyên Erebistana Siûdî, Misr, Behreyn û Îmaratên Yekgirtî yên Erebî nede, her çar welat bînkeyek serbazî hevbeş li Behreyn dideynin.
Herweha tê ragihandin ku, dorpêça liser Qeter dê bête berferehkirin, Qeter ji Hevkariya Welatên Kendavê bête rawestandin. Pereyên Qeterê li her çar welatan bên desteserkirin. Dorpêça aborî liser Qeterê bê berferehkirin.