Li Diyarbekrê Konferansa -Îslam û Mafên Kurdan

Li Diyarbekrê bi organîzatoriya Însiyatîfa Mafan a Diyarbekrê, di eywana konferansê ya Yekîtiya Jûra Esnafan a Diyarbekrê de konferansek bi navê Îslam û Mafên Kurdan hat lidarxistin. Di konferansê de li ser mijarên wekî ji aliyê îslamî ve nirxandina mafên Kurdan hat sekinandin û Civaknas Mucahît Bilîcî di vî warî de nêrînên xwe anî zimên

K24-Navenda Nûçeyan

 Li Diyarbekrê bi organîzatoriya Însiyatîfa Mafan a Diyarbekrê, di eywana konferansê ya Yekîtiya Jûra Esnafan a Diyarbekrê de konferansek bi navê Îslam û Mafên Kurdan hat lidarxistin. Di konferansê de li ser mijarên wekî ji aliyê îslamî ve nirxandina mafên Kurdan hat sekinandin û Civaknas Mucahît Bilîcî di vî warî de nêrînên xwe anî zimên.

Rêveberê Însiyatîfa Mafan a Diyarbekirê Reha Rûhavîoglu amaje kir ku wan xwest nêrînên Mucahît Bîlîcî li Diyarbekirê jî werin bihîstin.

 Reha Ruhavîoglû- Rêveberê Însiyatîfa Mafan

 "Mucahît Bîlîcî ji aliye olî û mafên mirovan ve miroveke pêşketî ye. Me xwest ku em nêrînên wî bizanin. Nirxandina Îslam, mafên mirovan û mafên kurdan jî mijarên girîng in."

 Axaftvanê Konferansê Mucahît Bîlîcî anî zimên dibe ku neteweya Kurd li deverekî rastî zilmê hatibe an jî mafên neteweyî yên Kurd hatibe naskirin, ev yek ne girîng e. Tişta girîng ew e ku Kurd çima li bendê ne ku ji aliyê neteweyekî din ve mafên wan werin naskirin? Bîlîcî di derbarê Referandûma Serxwebûna Kurdistanê de jî anî zimên ku ev gav rêya rast e.

 Mucahît Bîlîcî- Civaknas-

 "Başûrê Kurdistanê gava serxwebûnê diavêje. Ev yek rêya raste. Kurdên parçeyên din jî pêwîste kul i gorî derfetên xwe bifikirin. Divê her kurdek ku bixwaze li Kurdistanê xwedî derbikeve, piştgirî bide pêvajoya serxwebûnê."

 Di konferansê de axaftvan Mucahît Bîlîcî ye ku li Emerîkayê di qada Civaknasiyê de doktorayê dike, rewşa Kurdan ji aliye olî, siyasî, çandî û civakî ve nirxand û ji bo Kurdan mafê statuye wekî hêmaneke pêwîst dît.